ÇÛKA BIXWÎN
Çûkek bask şikestî li ser riya min
Di perpite Xuya ye ji derbika qewsik ketiye
Birîna wê xwîn xwarî dike
Min destê xwe danî ser birînê
Nikil da destê min Dît ji min naye zerar
Xwuypak kedî bû Dilê wê lê dixist ji ber xwînê Xaltiya Xecê girt paskûra min
Bi hêrsoyî” te cama me şikand”
Bê wêrekî min got “bertek nîşanê min nede
Qewsika min tune ye”
Dev ji min berda bi lez ket nav kuçeyan Li qewsikven geriya Edibe ya bejin zirav
Weke perestarek pispor hat ji hewara me re Dest avêt şala serê xwe Terîşek jê kir
“Tu bigre ezê birînê pêçim”
Destê min tev bi xwîn
Di bine dara tuyê de gorek vekir Hinek ax û ji qafekî kêl
Dema min dibihîst dengê çûkan Dihate bîra min
Çûka bi xwîn û xanima perestar 52
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 23:53:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!