Dotmam,
Çûka di dil de vedayî
Ne çûkek demsalî ye.
Ji wê re her ev dil e hêlîn
Ji dil re her ew e xwedî..
Dil warek xweş e, dotmam
Bi koçeriya te!
Çûka di dil de vedayî tu yî,
Ew war, warê te ye
Konê xwe vede dotmam..
Bifirîne çûkên dilê xwe
Bila bifirin, bifirin û bifirin..
Tu xwediyê dil î, dotmam
Dil, warê te ye..
Bifirîne wan çûkan
Bila bifirin, bifirin û vedin....
Tu, xwediyê dil î dotmam..
Xwediyê
Dilê
Pismam.!.
Bişkîne êdî qefesan
Çûkên te bila azad bifirin..
Kayıt Tarihi : 3.6.2023 13:19:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!