Ev çi dimen çi teşe? Qidûmekî nexweşe,
Nav welat de şewate,encemekî nebaşe;
Serokwezîr Tayyîp’e kujtarê her gelane
Miroveki debenge miroveki qeleşe.
Ev pêvajo girane dengê hirça,gurane,
Ev çi hale çi rewşe welat jî ber gullane!
Hevbigirin neqetin neyarê me dewlete
Dijrabûna Kurdan’e koma mêran, jinane
Salane tim me şere; zimanê me qedexe,
Axa me jî welate paytexta me Amed’e!
Berxwebidin gelên me têkoşîn tim hebûne
Ev roj roja mêrane yekîtîya Kurdan’e.
Leşker hatin me şere! vedoreke xerabe,
Em natewin bizorê ev dem dema şêrane
Dewleteke belqitî! nikare me koleke…
Defreta me pir heye mertal, hesin, polate.
Şere dîsa me şere rêberê me serok’e,
Xwîna me jî hat rijand ji bo axa welat’e…
Em Roboskî bîr nakin! em Tayyip nabexşînin
Welatê me şêrîne Cîzrabotan, Dersim’e
Mehmet Çobanoglu
16.06.2012
Stanbol
Kayıt Tarihi : 16.6.2012 22:59:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2012/06/16/cizrabotan.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!