Çiyayê Dilê Min
Çiyayê dilê min xerîb û belengaz e
Sorgul hişk bûn, kulîlk bêreng
Baran nabare
Ez nizanim, ne payiz, ne jî zivistan e
Bilbil digirî rohnikê wan xwîn dibare
Hesreta te ez sotim dûr neçe, kerem ke;
Kerem ke tu newroz û bahara dilî
Kerem ke tu derman û daxwaza dilî
Kerem ke tu nexş û sîqala dilî
Kerem ke tu zemzem û jiyana dilî
Ez çi bêjim bo cemalê,
Tu ji rojê cindîtir î,
Ez çi bêjim bo aşiqan,
Kelîmeyên e’şqê tu yî
Ez çi bêjim bo şairan,
Taca Helbestan tu yî
Ez çi bêjim bo çiyayê dilê xwe
Dîvane ye bêlome
Aşiqê e’şqa te me
Abdurrahman Atabey
07.01.2012 Diyarbakır
Kayıt Tarihi : 21.12.2015 14:46:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!