Nameya min ji çiyan re. Ji bêhna axê, ji dengê avê, ji tîna rojê re… Nameya min ji evîndara min re. Ji gula çiyan re. Ji stêrka berbangê re. Ji ava ber keviyan re. Ji axa ku ew girtiye nava xwe re. Ji axa ku bêhna wê jê difûre re. Ji wan kulîlkên li ser girê axê şînhatî re… Ji wê re… Ji çi tiştê ku bêhna wê, tîna wê, pêjna wê jê tê re! ... Ji dilê min re; ji dildara min re…
Çiya bilind in û li çiyan dinêrin.
Qontêra çiyan tev bi zinar û şikêrin
Danê sibehan heta danê êvarî
Min çav bi rêka te ve kor kirin
Çiya li hev dinêrin. Ew bi heybet in. Bi sehm in. Bi deng; deng ji çiyan tê; dengên hezar salan. Dengê hezar celebê jîndaran. Dengê jiyanê, dengê mirinê û dengê xweziyan ji çiyan tê. Dengê azadî û serbestiyê. Dengê miletan ji çiyan tê. Dengê te ji çiyan tê…
Çiya li çiyan difikirin
Rondikên min tên û qet xwe nagirin
Heke tu dûr bî, ez ji te dûrtir im
Heke tu xerîb bî, ez ji te xerîbtir im.
Çiya tu digirtî nava xwe; tu cezb kiribûyî û tu bi xwe re dibirî. Çiyan gotinên te ji te dizîbûn. Dilê te bi xwe ve girêdayî bû. Tu ji min dûr dixistî; çiya hesûd bû. Li ser evîna xwe dilerizî. Ji bo evîna xwe har dibû. Wê evîn tenê ji xwe re diviya; çiya çavnebar bû li hemberî hezkirina min a ji bo te. Çiyan tu ji min dizî û tu bi xwe ve girêdayî. Wê rojê min radibîst ku tiştek bi te hatiye.
Gotinên te sist bûn wê rojê,
Keneke tirş li ser rûyê te niştibû
Awirên te pir sar dinihêrtin
Hişkebayên payîzî ji peyvên te dihatin
Tu li ser çûyînê bûyî
Li ser riya oxireke nediyar
Erê, ezê vê nameya xwe ji çiyan re binivîsim. Ji bo çiya darêsim gotinên xwe. Bila peyvên min ji çiyan re biherikin. Ezê çiyan bînim ser gotinê û ezê bo çiyan bigerînim zêmarê û ji bo çiyan lidarxînim govendê, semahê… Ezê ji bo çiyan xeml û rapêça zavatiyê li xwe bipêçim û ezê ji bo çiya evînê bihewînim di nava dilê xwe de…
Çiya bilind in ez te nabînim
Teyr û tilûr li ser zinaran datînin
Kew û kewderî li hindav dixwînin
Nêçîrvan dewsê li dû xezalan digerînin
Çiya bi derd in; derdê wan giran e. Derdê çiyan deştên pahn in, geliyên kûr in, avên sar in. Çiya dinalin. Çiya bêhalin… Derdê çiyan viyan e. Ew bi viyanê hene; bi viyanê ser xwe ne. Çiya bêviyan tune ne, mirî ne.
Çiya bilind in mijê baldayê
Keviyên berfê rêz girêdayê
Dilê malwêran ketiye derdê evînê
Dinale heçko dûpişkan pê vedayê
Çiyan tu vexwarî. Tu bûye çiya û di nava çiyan de berze bûyî. Wê rojê min dizanî ku tuyê ber bi wî dengî ve biçî. Wî dengê berz ê ji çiyan dihat. Lê min qet ji wî dengî heznekiribû; mîna velerzekê di hişê min de diteqiya. Tezing dida laşê min. Ez digevizîm; nexasim wê kêliya min li nav çavên te nihêrt her tiştî tê de xwe dida der. Tu li ser çûyînê bûyî. Tîna çavên te ne ez lê ew dixwest; ew, ango çiya… Lewma hingê qirpînek ji dilê min çû, xwîdanê ez pêçam, tayeke sar xwe berî dilê min da û hema demildest cihê xwe ji tayeke germ re guhast… Ji ber ku min winda dikir; tu diçûyî.
Wê rojê rûyê te guherîbû
Awirên te sist dinêrtin
Keniya ser lêvên te tal bû
Gotinên te her tişt vedigotin
Çiya li ber hev rawestiyane. Tu dibêjî qet li benda kesekê ne; jivana wan heye qey! Erê, niha çiya careke din ketine bêdengiyê; careke din ew biserketin; ji ber ku wan tu ji min standî. Ew bi evîna te ve man. Ew bi evîna te ve vejiyan. Qey kulîlkên wê bê tov mabûn? Qey axa wê bê xwîn mabû..? Lewra wisa har bûbû… Erê, min radibihîst ku ew harbûn ne harbûna xêrê bû. Wan evîna min ji min dixwest. Wan tu ji min dixwestî… Vaye tu standî… Ma tu qet têr nabî ji evîna dilan çiya! De bila li te pîroz be! ...
Çiya li ber çiyan çendî stûxwar in
Bi terazin û mêrg in, tev avên sar in
Rûbar dikişin tu dibêjî qey mar in
Her bihosta wan ji te re war in…
2004-01-21/Amed
Ömer DilsözKayıt Tarihi : 6.8.2004 18:04:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!