Çîroka Kevn Şiiri - Durzan Cirano

Durzan Cirano
110

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Çîroka Kevn

çend sal berê bû
min keçek tirk naskir
li diyarbekir li dibistanê
çewa qalbikim
ez bêjim dawî
tu bêje serî

li yek buharê bûn em
û ji yek hezxanê dihat xwarina me
hezxaneyek werê
çewa qalbikim
ez bêjim bê şibak
tu bêje bê derî

hêşîn bûn çavên wê
destên wê nerm û spî
jixwe kenê wê
tew!
peyv têr nakin
ez bêjim çem
tu bêje berî

rojekê ji min re got:
îdî ji te hez nakim
ji rojê ve baran tê
û ez li xwe digerim hîn
ez bêjim bê dil
tu bêje bê serî

Durzan Cirano
Kayıt Tarihi : 10.3.2009 22:53:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Delimsirek Islık
    Delimsirek Islık

    şorên şorax
    di xwestin ji min..

    min got; şewibî masiyêk
    ê berbây dengê te ketî..

    Cevap Yaz
  • Delimsirek Islık
    Delimsirek Islık

    ez bêjim aşît
    tu bêje qêrîn..

    ez bêjim hinar
    tu bêje halan..


    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (2)

Durzan Cirano