Kanîya Cezo li pala Gundê Xar'ê di zinaran de, du cîwan li dorê digerin
Û
Ew bûn sedema vê çîrok û helbestê
Ji ser kuştinê û xemgînî yê
Malan barkir
Malên Kurdan
Li vê hêlê
Ji van gundan
Bi herêma Serahad'ê
Li navçeya Qaqizman'ê
Evdilê Mistiqe
Mihê Xefo pir cîwanin
Û
Pir bêzarin
Li vê derdê ji vê xemê
Kanîya Cezo li ber lat û zinaran e
Xar jî wek gund ê
Bê xwedî
Lo Cezo Beg, lo xayîno
Lo bêbexto
Tu çi dixwazî ji ciwanan
Lo tu çi dixwazi, çi daxwazî ? Bûkan, keçan û dayikan didî girîn
Bekirê Selîm rê hevalê Cezo ye, Cezo jî kesê ne xêrxwaz e, şerûd e
Mal û milkê wî jî heye û dewlemend e
Mihê ji li beg re dibêje "Ma tu ne mîr î, tu ne beg î
Me bihêle
Tu çi ji me dixwazî ? Ji me dev berde
Em ji leşkeriyê reviyan
Ev tivingên hanên
Ên dewletêne
Ku roja em bên girtin
Dewlet li wê rojê, ê tivingên xwen ji me bixwaze
Kanîya Cezo fêz Xar'ê, li ser hemberê dêra Filleyan e
Kanî bû şahidiya mirina
Beg
Bi saline her tim xumexume
Bi xeman kûr diherike
Ji behsa îxaneta beg dike
Ev kaniya dilan
Pir xemgîn e
Pir zelûl e
Şahidê agirên bi malan ket
Dibêje "Beg ne mêrê mêran bû"
Mîr
Ji ciwanan re
Bû bela
Ew mîrê bêbawer
Bi her tişt heq kir
Li du guleyan hat kuştin
Beg hat kuştin! Ew ciwan ên bêguneh ne xayin bûn
Gava li ser axê xwîn tê rijandinê, hewarî dikeve mar û mişkan
Bi gotinan "gulle lêdikeve
Bi çend birîn
Li laşê mîr de vedibin"
Ev çîrok
Bi vî awayî tê gotin
Bi salan e tê gotin
Malan barkirin, ji war koçkirin
Ey çiyayên me
Yên ku ji dengê avê fêm dikin
Gûhdar bin
Ka kaniya dilan ji me re çi dibêje
Dibije " cîwan nikarîbûn
Ji tengasiyê birevin
Mîr bu bela ser ê wan
Cîwanan
Yek li Gundê Axceqelê
Ê din jî
Gundê Pifik ê bû"
Çi kanî ye? Kanîya Cezo
Kanîyeke her tişt zan e, li her dil jî, lê pir bawer e
Ew du kes ku ji leşkerîyê reviyan e! Herd jî leşkerin
Di nav destên wan de tiving heye
Cezo Beg
Çavê xwe li çekan digre
Cîwanan re
Dibije " ka wan tivingan bidin min
Ku hun wan çekan
Nedin min
Ezê herim, li giliyê we cerdan re bikim" de beg
Bi vê awayê dike ciwanan bitirsîn
Tê gotin ku di sala 1924 de
Evdilê Mistiqe
Tetikê tivingê dikişîne û gulleyan davêje, li ser kanî Cezo Beg dikuje
Mehmet Çobanoglu
23.12.2023
Stenbol
Kayıt Tarihi : 23.12.2023 15:29:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!