Bi eşqeke mezin û fireh rûh bi mirov te
Yek şîn dibe û roj bi roj kelbangî dibe
Hinek wext derbas dibe û tê dinyayê
Tu tê xelatkirin bi kêfxweşî
Û tu tê mezinkirin hinek bi birçîtî
Li ser seran tu tê danîn ji dil û bi dilketî
Şîr didin, têr dikin
Tu xwe qirej dike,ew paqij dikin
Ji bo ne êşê serê te
Dûr kevin nexweşî ji te û dorên te
Tu bi çarlepikan dikevê,rê didin ber te
Tu bi meşê dikevê,dibin gopal piştgirî didin te
Kêm zêde bê xew dimînin ji bo xatirê çavên te
Ji bo ji te re jiyaneke wekhev û paqij biafirênin
Ne bes te ji xwe dûrdixin û hesreta te dikişînin
Ji bo tu û derûdoran te qedirbilind û serbixwe bijîn
Tu ji bexçeyên malbatî dikevê nav bexçeyên civakî
Lê civak jî civakeke windayî û xwexwazî
Lê civak jî civakeke di nav xwe de heliyayî
Du bijêrek tên hemberên te yan civak yan jî malbat
Lê tu bi yekê bigire pêşnakevê eşqa welat
Ji ber ku minyatûrê civakêye ev malbat
Ji ber ve yekê yekîtî her tim yekîtî
Ji bo ku em li vî welatî bi hevre bijîn bi aşitî
Ji bo ku em govendê bikşînin bi şahî
Da ku bimirê lîstikên kapîtalîstên qirêj û zikêşî
Dibe ku em bimirin jî rojekê bi xafilî
Lê me zanîbû ku ev meşeke bilinde û bi rûmetî
Yan em ê serbixwe bin rojên pêş
Yan jî em ê xurt bikin tekoşînê li hember aqilên qirêj
Lê em na qedin bi van êrîşên qellêş
Wê biqedin li hember tekoşîna me ev qirêj û êş ...
Kayıt Tarihi : 13.5.2018 20:50:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!