Çima Nagirî Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Çima Nagirî

Oy dilo tu çima qet deng nakî
Wek qulinga û bilblan naqêrî
Ma tu nizanî çi hat li serê me
Xwîn me diherike çem û kanî

Ay lê dilo ma tu çima bidengî
Pêl û pêl ser axa me naherikî
Şevan û bi rojane me şewate
Tu wek çem û kanîyan nakelî

Ay dilo û bêbexto çima nagirî
Lo welat dişewite ma tu niznî
Agirê Sason'ê ket nav dilê me
Ax dolo ax rebeno çima nalinî

Wax dilo rebeno xeribî mirine
Agahî hat dibên welat dişewite
Agire,mije Muş dûman û toze
Bigîrî dolo bigîrî Agirî birîndare.

Oy dilo de rabe li qêrîn û qêrîn
De singê mexe hewar û hewar
Agir berdane xanî û malên me
Gelê Kurdan dîsa li ber gulane

Lo dilo de rabe nebe serhevde
Bo rêya azadîyê heval çiya nin
Dibin gel serpê nin em jî herin
Roja serîhildanê ye bo azadîyê.

05.04.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 6.4.2010 12:52:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • İdris Antep
    İdris Antep

    bijî .dest xweş.helbesta te pir rind e.Gelekî kefa min jê ra hat.

    Cevap Yaz
  • Abdüsselam Bügür
    Abdüsselam Bügür

    Hividarim, dil bi ken be herdem ji bo azadiyé...

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (2)

Mehmet Çobanoğlu