Ez jî ciwan bûm
Di bêrîkamin de xeyal ê min hebûn
Çawa tê gotin nizanim
di berbangên sibehan de,
xortekî mêrxas bûm
min çîya li xwe yar kiribû
tirsamin ji mirinê tûne bû
ez bi ser mirinêve diçûm
mirinê ta digirt jimin
Ezman dilerizî
li ber bayê sîng a min
Çem dimiçiqîn…
Evînek min jî hebû
Belkî bibûma bav
Xeyal a me bû
Dû kur û keçikek
Kur ê bişibîyamin
Û keçik jî tû.
lê,
nizanim çima
Min dît
bi yek yek her tişt wenda bû
bi yek yek jı xwe re bihûştek dîtin.
bi yek yek çûn…
Û…
Dawîya her tiştî min jî xwe wenda kir.
Cîhê min bihişt be…
Kayıt Tarihi : 15.6.2024 19:29:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!