Çevkanîyén Dîroka Kurd Şiiri - Hüseyin Trk

Hüseyin Trk
20

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Çevkanîyén Dîroka Kurd

Nasirûdewle rebû’j gundé kormasé,
Li Bîzans û 'Ereban ew bûye asé,
Sînoré wî ji Ercîşé heta Xarput,
Xwedî 'edalet bû qewirandî calût,
Ji Nisébîn bigre ew hetanî Mûşé,
Ehlé wî azad serbixwe hat coşé.
Gotin navé vé dewleta me Merwan,
Ew Merwan ji Kurdan re bûyi birhan.

Piştî wî mérxasek hatî ji Divin,
Xaçoyan re got:Gelé xwe’j vir bivin.
Rabû ser xwe ew mérekî pir mérxas,
Ew mérxasa ji neyaran bû derbas.
Bi nav bû ew eqîta wek Selahedîn,
Ew selahedîn ceht kirî di réça dîn.
Dilé min Kurdekanî ji Hezbanî,
Xaçoyan ji Qundsa Şerîf deranî.
Bû sermişéwr ew li texté Şam,
Tilî kirin gûhé xwe jé él û am.
Ebasîyan jé re gotin tu siltan,
Réça Îslam de wî dayi ruh û can.
Ew siltan bû lé ji jîyan ne razî,
Lew re Filistîn bi dengek kir gazî,
Got ez di dest filan de bûm tar û mar,
Bar giranî lewre ez ji te re bar.
Bi şûré xwe neyaran re kir tinaz,
Alema Îslam de ew bû serfiraz.

Ji wir wer tu sér bike Mîré Rojkan,
Wé demé Farisan lé da enîşkan,
Ew mîré me wek Şerefxan té zanîn,
Zilma Tirk û Fursa ser me hilanî
Yawiz bi wî re çékir ehd û peyman,
Bi aqilî şorişvan kir berxwedan.
Bi xwebata pîroz em kir nav 'am e,
Navé xebata wî bû şerefname.

Bîr bînin hûn zîreké kûré Xalid,
Himber neyaran ew gelek muanid.
Dibén Ebdirihman Paşa Babanî,
Parazya gelé xwe tu baş dizanî.
Sînoré wî ji kerkûk ta Hemedan,
Himber Rom û Safevyan kir berxwedan.
Tu paşayî dilé me de tu yî mîr,
Rihet razé ev gel te nake ji bîr.

Mîrek rabû ji Kurdan li Rewandûz,
Dijmin jé re gelek xayîn kakmirûz,
Bi top û tiving û şûré kirmanî.
Şer kir dijî Safevî û Osmanî,
Osmanîyan jé re got Mîré Mîran,
Çi Mîr bû ew şérek şértir ji şéran.
Ji Rewandûz hukim kir heta Cizîr.
Nîşan da Kurd jéhatî û gelek jîr.
Paşé dîtin Mîr ji bo wan pir xeter,
Leşkeré Mîr kirîn bi xizna qenter.
Fetva dan bi navé xelîfé dewlet,
Ji Mîr re des pé kir wisleta millet.
Xelîfe ew Mîr li Sitenbolé xwest,
Li Séwaz derbek li Mîr dan destbidest.
Mîré Mîran tu ji bo me pir bi rûmet,
Ser gelé Kurd de wé rabe ev zulmet.

Mîr Bedirxan tu wer nebe bé mede,
Bé medeya te’j me re nayne féde.
Tu rûspî û Mîr û him jî pisporî,
Yezdan Şér xayîn bû belé ez gorî.
Dîroka me bi xayînan dewlemend,
Tu girtî yî qeyd avétin ling û zend.
Zarén te em bi zanahî kir şîyar,
Serbixweyî li gelé Kurd bû dîyar.
Békéfya we ji me re ar û şerm e,
Van romîyan bi dijwarî tén ser me.

Were Ey Şéx Ûbeydullahé Nehrî,
Ji bo Kurdan xwedané zikré cehrî,
Ev çi hale neyar ser me dicivin,
Yekbiyek serî li Kurda dikevin.

Şéx Seîdé 'ezîz rabe were ji Pîran,
Pîran îro ket desté kuré Turan.
Bi yek qîrîn dicivin ciwanén Kurd,
Hişyargelin nav wan de nema zigurd.

Seîd Nursî réça te ya Péxember,
Selam li te em çok bidin li himber.
Weysétén te ji bo me pir pesnedar,
Hezar rihmet li ser ruhé te bibar.

Pîré zana were rabe ji Dérsim,
Gel belengaz tev nexweş û bi arsim.
Xwe feda kir ji bo gelé bé îmkan,
Dujmin re havîne li me zivistan.
Ewlad Resûl dişuhibî Pîr Huseyn,
Dewa pîroz hustyé me re bûye deyn.

Ey serleşkero ji eşira Cibranî,
Fikra azadîyé te'j me re anî,
Koma Azadî ji me re kir xelat,
Da bi wî Kurd çékin ji xwe re welat.
Heyranim tu ne gîhîşt wan mirazan,
Emé def kin ji vir kelp û berazan.
Ey şehîd û Mihimmed û him qazî,
Rebbé 'Alî zédetir'j te bib razî,
Dîroka bébext de hatî kuré reş,
Ew dem gel bi komara te bû kéfxweş.

Ey Siltané şehré Silémanî
Hudhud xayîn tu pé baş dizanî,
Sirgunya te ji mere bû pir hisret,
Ji îngîlîzan nehat girtin tu ibret,
Dizanim bi te re ma ew kesireti,
Seré zalima ser cendeke wan keti.
Meşala azadi te'b carek véxist,
Xwînmijan rûçke xwe li ber te guwehist.

Mîré Mîran bi min tu yî Berzanî,
Ji kurdan re bimin tu yî çevkanî.
Dilé min de tu bûyî wek suweyda,
Li te’d gerim mixabin nabî peyda.
Mizgîn li te Komara Kurd bû ava,
Îro Kurdistan bûk gelé Kurd zava.

Hüseyin Trk
Kayıt Tarihi : 13.1.2011 12:52:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Hüseyin Trk