Bihar û havîna, bêxêr û bêkêr
Ji deşt û newalê, bejî çêtir e.
Ji sohbet û qala, nezan û nemêr
Xeyala alim û sofî çêtir e.
Parîyê axa û began û mîran
Xelas nabî tu, ji qal û minetan
Ji hunguvê teres, runê namerdan
Kurtêl û savara rijî çêtir e.
Meqam û mewkîyên bi pere û pul
Hefsar û qerewata tim te dike qul
Bax û bostanê bi dirik û gul
ji situxwarîya gêjî çêtir e.
Alimên nezan û şêxên derewîn
Serok û rêberên, caşik û xayîn
Kafirekî adil, mêrxasê bêdîn
Ji şêx û sofîyê cahil çêtir e.
Pîrek û dîlbera nazik û perî
Kebanîya çav, pîs kir li derî
Qerqewaşa reş, pîsa bêserî
Ji bejin zirava narîn çêtir e.
Pêxwas dibêje, kula dilê xwe
Dil lê werimî, gir kir kulê xwe
Ji ber teresan şikand milê xwe
Ji derdê teresan mirin çêtir e.
Kayıt Tarihi : 7.1.2018 15:37:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Fikri Amedi](https://www.antoloji.com/i/siir/2018/01/07/cetir-e.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!