Dest nede birîna dilê min,
Birîna min birîneke kûre! !
Xwişkê, xwengê nelorîne,
Hêstirên çavên xwe nerijîne.
Xwişkê rabe, rabe tu here,
Îro roja cejna gelê me ye!
Ez nexweşê li nav nivînê me..
Min bihêle, tu jî rabe û here.
Û nekole jan û birîna min,
Ez li ber te digerim, rabe û here
Kincên xwe yên teze li xwe ke,
Bila rengê gelêrî jî li ser be.
Avekî bide min, rabe û here,
Lorîkan bi ser min de nerijîne,
Bi ez qurbana wan çavan;
Xwişkê negirî, rabe tu û here.
Nekole vî derdê dilê min,
Tu guliyên xwe jî bihûne,
Biskê cênigên xwe jî berde..
Kesk û sor, zer jî lê girêde!
İro bîst û yekê adarê ye,
Ev roj, ev dem ji bo evînê ye;
Dil û can, hebûn û jiyan e,
Xwişkê here û îro newroz e!
Xwişkê here û êgir pê xîne.
Û ji heval û hogiran nemîne,
Here pêtên cejna me geş ke,
Ji min re jî guleke newrozê bîne! !
Nekole vê kul û birîna min,
Îro şahî ye îro cejn û dîlan e,
Mirûzê xwe neke reşa min,
Ez ji te re dibêjim, rabe û here.
21.01.2009
Yildirim
Kayıt Tarihi : 24.1.2009 19:39:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

TÜM YORUMLAR (1)