Çavxezal Şiiri - Ömer Dilsöz

Ömer Dilsöz
57

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Çavxezal

Çavxezal,
Sebra dilê min çi bêjim
Rojê tîna xwe ji dest daye
Ewr ketine dorê
Şêr birîndar ketiye
Çeqel digerin li derdorê

Çavxezal,
Sebra dilê min çi bêjim
Ma nabînî her tişt vajî bûye
Her tişt şêlû bûye
Ma dê bo kê bêjin derdê xwe
Dost û dijmin ne belî ye

Çavxezal,
Sebra dilê min çi bêjim
Ji destê qederê ruh birîndar
Ji destê te dil birîndar
Ji destê hevalan beden birîndar
Ji destê te jiyan’im birîndar

Çavxezal,
Sebra dilê min çi bêjim
Li hemberî te peyv’im stûxwar
Ji te dûriyê keserên har
Dost’im nediyar, dijmin’im nediyar
Li ser rûyê min du rondikên sar

Çavxezal,
Sebra dilê min çi bêjim
Ji kîjan gotinê dest pê bikim
Bawer bike tama wan jî nemaye
Ji kîjan janê behs bikim
Bawer bike êşa wan jî nemaye

Çavxezal,
Sebra dilê min çi bêjim
Li nav çavên te binêrim bi saetan
Û bêdeng te temaşe bikim
Bipêm tê de hemû heyam û wextan
Û yekalî ji te hez bikim.

2004-06-07/Diyarbekir

www.omerdilsoz.com

Ömer Dilsöz
Kayıt Tarihi : 7.8.2004 15:09:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Ali Alyan
    Ali Alyan

    seat xwes her bjiii

    Cevap Yaz
  • Zehra Özgen
    Zehra Özgen


    Bunların Türkçe'si olmazsa burda yok gibi olurlar.
    Kaç kişiye yazılır bir şiir?

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (2)

Ömer Dilsöz