Çavmara min Şiiri - Ömer Dilsöz

Ömer Dilsöz
57

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Çavmara min

Çavmara min
Dilê min daheriziyaye ji rêgeha çavên jiyanê
Bi dûv serê xwe diçim li valahiyeke bêdemî
Berwext
Serwext
Xwe davêjim nava gerasîska evîniyê ya bêbinî
Diêşim,
Ji jana pêvedana du reşbelek çavmariyan

Çavmara min
Ruhê min veresiyaye ji zincîrên bedena gerdûnê
Bi dûv serê xwe diçim li bêdemiyeke nediyar
Dilsar
Dildar
Xwe davêjim nava babelîska hesretê ya daxidar
Diêşim
Ji kula gestina du reşbelek çavmariyan

Çavmara min
Aqilê min raperiyaye ji goristana nemanê
Bi dûv serê xwe diçim li ser mirineke sar
Evînbar
Evîndar
Xwe davêjim ser bextê jiyanê yê bêhewar
Diêşim
Ji êşa hingaftina du reşbelek çavmariyan

09.Gulan. 2006
Diyarbekir

Ömer Dilsöz
Kayıt Tarihi : 22.5.2006 13:13:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ömer Dilsöz