Çavên te,
Welatekî birîndar ji mirinê xilas dike.
Çavên te,
Rih dide laşekî mirî..
Û
Welatê min birîndar e,
Laşê min mirî..
Çavên te,
Tovê çandiniyê ye, di nav çola jiyanê de..
Çavên te,
Hêviya şinbûyî ye, di pêşeroja tarî de..
Û
Ez Beyaban im,
Sibeya min tarî...
Kayıt Tarihi : 3.6.2023 04:03:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!