Çavên Te Şiiri - Abdurrahman Atabey

Abdurrahman Atabey
34

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Çavên Te

ÇAVÊN TE
Çileyê zivistanê de gul pişkivt
Ji her demsalê bedewtir e çavê te
Rojhilata rojê ye
Mizgînîya biharê ye çavê te
Xemgînîya payîzê; kulîlk zer, belg hişk bûn
Helbesta şairane çavê te
Befra çîyayê Mor e
Daxwaza xezalan e çavê te
Min reşande Dîjleyê
Av xemiland çavê te
Qeraxa dîde yê de teyr û tû
Behra Sipî şermezar kir çavê te
Te ez sotim, peritandim
Dermanê vî agirî ye çavê te
Ewrên firqetê li ser dilê min belav bûn
Ez girêdam min naberde çavê te
Agir berda rûhê min
Teyrê Sîmir gazi dike çavê te
Jiyana gulistanê
Îlhama bilbilan e çavê te
Awaza dengbêjan
Mızraba tembûrê ye çavê te
Paytexta evînê
Melîkê dilê min e çavê te

Abdurrahman Atabey
09.02.2011 - Diyarbakır

Abdurrahman Atabey
Kayıt Tarihi : 21.12.2015 14:53:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Abdurrahman Atabey