Çavê We Rohnî Newroz Hatî ye

Fikri Amedi
30

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Çavê We Rohnî Newroz Hatî ye

Dengê şalûr û bilbilên awaz
Ket deşt u dolan, dikin bangewaz
Tembur dibêje, lêdixîne saz
Îro bihare, Newroz hatî ye.

Li gulîstanê, dawet û dîlan
Xemilî çîya, vebuye zozan
Bi xeml û xişr e, gerdûn û cîhan
Çavê we rohnî, Newroz hatî ye.

Bi temezîne keçikên narîn
Bi şal û şapik, xortên dilbixwîn
Dawet û dîlan, dayik dilîrîn
Rabin dîlanê, Newroz hatî ye.

Deng bi berxan ket, kar dikin war war
Lotkê didin xwe, golik û dewar
Çayir û çîmen li ser avên sar
Pez biçêrînin, Newroz hatî ye

Ji çîyan daket, pêşmergên bizot
Dijmin dilerze, dilê dostan sot
Pêxistin agir, li ser gir û qot
De rabin serxwe, Newroz hatîye

Newroza rengîn, cejna Kurdistan
Roja raperîn, tîrêja Kurdan
Bi ala rengîn rabin ser pîyan
Mizgîn li we be, Newroz hatî ye.

Fikri Amedî

Fikri Amedi
Kayıt Tarihi : 10.12.2017 10:48:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Fikri Amedi