Em darazxwarên we nînin û em Kurdên dil azadin
Roj hat xuyan ser kopên me hemû kortal bûn rastên me
Em kevên û em kewokên em warên xwe nadin kesî
Em caran şêr û şervanên em natewin em polatin
Em rabûn em serpîyanin em ne kolên debanganin
Em qurbana zarokanin ew çûn ser çiyanin
Him egîtin him şerwanin welatê me avadikin
Zimanê wan bi Kurdîye stranê xwe xweş dibêjin
Ez qurbana keç û xortan îro bûne bûk û zava
Kombûn hatin hevalên wan hemûyan re malî ava
Çanda Kurdan pir xweşe dîlana me tev dimeşe
Lo dilo em qurbana gelan, govendê de bûk, zava ye
Çi şêrine ev dema me vekin rengên gelên me
Nav de jî pir xweşe kesk û sor, zer a me
Ev hebûna gelê me ye, şaî ye û me dîlan e
Çevê me tim ronahî be ava dikin welatê me.
21.0,12.2010
Yildirim
Kayıt Tarihi : 25.12.2010 22:23:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!