Dilê şad agah ji dilê jar nîne
Kesê xweşrewş agah ji bîmar nîne
Ne b''nasê te ev wêneyekî kevn e
Ku azad ji dîlî agahdar nîne.
Gulîstan cihê te ey nazenînim
Ez di gulxen û xwelî de dirûnim
Çi di gulşen çi di gulxen çi sehra
Ku çavan vedikim her te dibînim
Bela wek remzekê ji bejna te ye
Mecnûnî qismek ji sewda te ye
Gûmana min ev e ku xaliqê te
Veşartî î di temaşa te de ye
Dilêm ji derdê te herdem xemîn e
Balîfêm kevir, doşekem zemîn e
Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye
Ma her ê j''te hez dike dilbixwîn e
Alemê de kes nebe wek min, amîn
Wek min kes nebe di ev dîn û ayîn
Her ê ku bi halê min bawer nîn e
Weke min be, weke min be, weke min
Her ew ku aşiq e ji can natirse
Aşiq ji zencîr û zîndan natirse
Dilê aşiq weke gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya şivan natirs
hakan çavdarcı
Kayıt Tarihi : 9.10.2010 11:20:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!