Çarenûsa Min Reş Nivîsîne

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Çarenûsa Min Reş Nivîsîne

Bi hezkirin bi dostanî û biratî ezê ji we re behsa xwebikm
Kurtejiyana min, raborîya min warê merdane
Çarenûsa min bi qîrê nivîsîne
Emrê min
Zivistan e
Tîrmeh'a min
Payîz e
Jiyan min re aloze
Bêderew
Bêguman ez dilpakim
Ji we re
Behsa borîna xwedikim
Seranserî bextê min
Xirabe
Serdanpê rewşa min
Perîtî
Welatê me gulekirin
Dilê hovan tim rezîle
Dostên min
Dem jî min re bêtewşe
Ji min re roj reşe
Jiyana min
Kul tijî
Jiyan min
Derd tijî
Jiyan min re kesere
Bêwarim û bêbextim
Roj min re agir e
Qajinî ye
Wax li min wax li min
Bi salane
Dilê minî hencirî de
Wek çeman
Xwîn dikişe
Jiyan min re bêxêre
Xema min girane
Mixabin
Qedera min zarînan pêçane
Bêbextan
Bêrîna min kûr venedan
Çîroka min pir reş
Felek
Min re tim wehşe
Li vê dinê, vê dinê
Ken ji min re tuneye
Serdanpê
Siba min qîr û reşe
Xem, keder dor min girtin
Roj
Min re qehire
Roj
Min re kedere
Cîhanê min ziqûm e
Tenê min spîçolkî, ji min bû kefene
Min nekenin, roj bi roj ji min re girîne, ji min re şîwane

Dilê min diyarê derdan, xeman e, her xem min re mirine
Stargeha zimanê minî westiyayî
Ji min re qehre
Xerebûna temena min
Hêla mexdûran e
Ji min re xeser
Ji min re bêbextî ye
Her suhbet
Her axaftin
Ji min re bêdengî ye
Ji min re xapandine
Bayê reş bi gulan re
Him kul him xesare
Ji min re qîr ji min re tade
Medê min xembare
Tim xem tijî ye
Bayê bakûr
Çiqilan dişkîne
Evîn jî dil dihelîne
Bixwedê derd giran
Dan min
Kul û derd
Bextê mine
Ez bêkesim, bêkesîya min bêhise
Girîna min bêdenge
Roj jî
Ji min re dijware
Hêvî ji min re kor e
Ji ber vayê bêvextan
Rojan e tim dixeniqim
Xizanî agir e
Ez rebenim
Bayê bakûr zor e
Çiqilê gulan dişkîne
Felek naxwaze
Ez bêkenim
Li min xem e, rewşa min jî tu nerewşe
Çarenûsa min ji nin re reşe, çimkî felek ji min re bêbexte

Bextê min reş nivîsîne, li ser wî jiyan min re keder e
Bi rojane roj li min re hezar car zirare
Bextê min ne bexte, jiyan min re
ezabe
Felek jî min re bêxêre
Salan e bi xeman ez xemgînîm
Ez
Ne dînîm
Ne serxweşim
Ez bengînîm
Heza dil
Eşqa dil
Wek bêhna welat xweşe
Hez
Evîn
Evîna mine
Ev dewr, dewra hesreta mine
Ji hesretê
Dilê min xwîn dikişe
Ji xemane ez nexwaşim
Hesreta min hesreta gula sore
Sewda min li bo
Gula sore
Dil bû mîhrîvanê gulê
Jî destê nebaşan, ji destê bêxêran gula nazik qetqndin
Jiyanekî xirab min re nivîsîne, bendê gulim gul daxwazim

Mehmet Çobanoglu
28.06.2022
İstanbul

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 28.6.2022 02:37:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu