Carek Were Şiiri - Ahmet Baygümüş

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Carek Were

were destê min bigre
min ji vê çarçiqa tarîtîyê derxe
ronahîye bide bajarê dilê min
xwedî derkeve li vî ruhê min
dest biavêje bedena min
nefesek bîde vî canê min
carek were

kifşe kêmasîyek heye
hay jê heme
di vê jîyana bê bext
û vê jîyana sextekar de
destê min jan didin
taqet di çokên min de neman
carek were

her roj çavên min ducar ducar kor dibin
gava tu neyê wê biqede
bêhnek dawîya jîyana min
bê wate bibin peyvik ji devê min
xeyalên min tev, wê têkbiçin
ezê ji nû ve bimrim
carek were

dîsa bixemilîne xewnerojkên min
bila dîsa bihar were ber derîyê min
dayne dîsa bilbil li ser paca min
bila herin kund ji warê evînê
bikişîne xencerê serê vî dilê min
gava tu dereng bimînî
mirinê bibe para min!
carek were,
tu were,
zu were...

30 Hazîran 2015

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 30.6.2015 08:22:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ahmet Baygümüş