I
Min xewn kujtin,
Heyv çahl kirin,
Stêrk revandin,
Ka bêhna te! ? Ez helandim.
II
Min perr bi perr qelaptin, peyv bi peyv şikandin,
Çend pênûs lorandin,
Bi sedan beybûn hejimartin,
Ka hezkirina te! ? Ez kulandim.
III
Min şev çirrandin,
Porr hetikandin,
Neynûk xwarin, diran rakişandin,
Ka dest û pêsîra te! ? Ez kewandim.
IV
Min bi destê Mecnûn’î çol û çiya derbas kirin,
Bi Asayê Mûsa’yî bahr qelaştin,
Bi Çar(EV) ÎNa Ferzan’î,
Min erd û ezman li bin piyên te rêtin.
Kayıt Tarihi : 29.9.2009 22:07:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!