Te hêra harkire canê
Min ê, ber agirek danê
Zelîl ez, hêviyek kanê
Bigerim can û cananê
Dizanim sirrê cananê
Tû yî xefka wê cananê
Dema ko ez wekî cana
Li ber ve çûm ew ê dana
Bi sêhr û awirek zana
Mi zênda can û cananê
Dizanim sirrê cananê
Tû yî xefka wê cananê
Ko wê canê sihek min da
Sehek geş bû kelî xûnda
We alavî bi neft pêda
Bi pêta can û cananê
Dizanim sirrê cananê
Tû yî xefka wê cananê
Ez im Zend aşiq im fermî
Kî wê ra lazime şermî
Bo xelqo, xaliq û 'amî
Ew e şerma wê cananê
Dizanim sirrê cananê
Tû yî xefka wê cananê
Eya xaliq, eya rehber
Eya raziq, tû yî rêber
Ez im evdal, tû yî serwer
Tû bû yî me'şûq, ko ez bawer
Dizanim sirrê cananê
Tû yî xefka wê cananê
Civanê Rojê: Zend Mazdek
Mehmetsalih ÖzalpKayıt Tarihi : 28.2.2015 02:50:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!