Wî hal xuyaye
Demê gul naye
Wer’ ba min dayê
Demê gul naye
Ne serfirazim
Dem xirabe
De rabe
Bê av, bê xebat gûl nabe
Rê û dema Bihûşt ne dûre
Em dimînin li benda Sûr ê
Birîn û kulê me kûr e
Şehadete zikrê dila
Bi xwînê bi rengê gula
Li dema hebûna çila
Derdikevin ser çiyayê
Berxudarin bi dildînê
Min lê xist li ser çiyayê evîna min
Par ve kir her pirîskê wî
Bi eylo û bazan
Evîna min ê
Te gotiye bêbiha ye
Ê dermano
Were, em bê te mano
Ê dostê dîno
Were, em bê te jîno
Piştê xwe nede ji Xwedanenasan re
Ew him Xweda me nas nakin
Him jî dilê me
Him nizanin dilovanî
Him jî benda dilovanî ne
Bihar hat
Çevê min şîyar bû
Bihar hat
Daran dîyar bû
Bihar hat
Qêrî zimanan
Sibê heya evarê
Benda te me lê yarê
Were destêm' bigire
Şewat, ew çi agire
Gelê me belengaz, gelê me jar
Me tew berda welat, dî û bav û zar
Gotin bê feydaye, em bûn bêdar
Were dilê
Were ba min
Gûlek heye li jiyanê min
Nizanim ku ew çima stiranek dibêje
Nizanim ku navê stiranê çima bergeran e
Û
Nizanim ku ez çima nizanim
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!