1
Yek …
Du…
Sisê…
Û bi hezaran gulle reşandin kûlîlkên welatê min.
Di nav du-sê salan de…
Çend hezar kûlîlkên welatên min ji xwe re kirin nîşangeh.
Gulleyên bêkeys ji lûleyên zengarî derdiketin.
Pê re birîna min dibû wargeha kurman.
Her yek ji wan ji xwe re mal ava dikirin.
Ji nişkan ve çîroka darê dihat bîra min
“dema ku guliyên darê, perr û baskên wê werin gurzandin,
dema ku pelên wê werin kusandin,
bi wê janê re hêz dide xwe, bêtir bi qewet dibe.”
2
Lê dema ku nedihingaftin,
Dema ku gulleyên zengarî li kûlîkan diketin
Û kûlîlk tera nedibûn;
(min xweziya xwe bi hingavtina wan dianî)
Destên birayên min -qaşo birayên min-
Dixistin stûyê kûlîlkan,
Ew dixeniqandin.
Çend hezarên kûlîlkên welatê min jî
Weha tahmsar, bêmiraz mirin.
Min dîsa xweziya xwe dadiqurtand;
bila wan em bihingaftina
lê birayên min,
wê gunehê nexistina stûyê xwe,
bila destên xwe nexistina wê xwînê,
bila tucarî di ferhenga jiyana me de
bersiva “Birakujî”yê tune bûya.
01.09.2008, Stenbol
Ferzan ŞêrKayıt Tarihi : 29.9.2009 22:02:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!