Ez mirim di hewşa mala xwe de
Bi bombeyek kor
Goştê min agir tehm kir
Perçe perçe bû di bin tavê de
Di bin axê de
Hawar û qêrîn û nalîn û girîn
Goşt û agir û ax û hisêr
Ey Xwedayo!
Çima jiyan ew qas biha ye
Mirin jî ew qas erzan e
Welatê qedîm
Kurdistan...
Gelo xwarina te goşt û xwîna me ye
Qey tu têr nabî ji me
Qey tu têr nabî ji me...
Kayıt Tarihi : 29.8.2024 13:55:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!