Bo Min Yar
Bo biharê baran
Bo newalê rûbar
Bo masiyê gol
Bo xezalê çiya
Bo helbestvanan helbest çi be
Bo min ev e yar
Bo ewran hilm
Bo rojê tav
Bo şevê stêr
Bo şivanî bilûr
Bo helbestan misra çi be
Bo min ev e yar
Bo Eyub sebr
Bo Yusuf zîndan
Bo Yaqub xem
Bo İbrahim agir
Bo Yunus masî çi be
Bo min ev e yar
Bo Ferhatî Şirîn
Bo Mecnûnî Leyla
Bo Keremî Aslı
Bo Memî Zin
Bo evînê keser çi be
Bo min ev e yar
Abdurrahman Atabey
Diyarbakır – 15.02.2012
Kayıt Tarihi : 21.12.2015 14:54:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!