Ji vê dilê germ, ji van çavên zelal
Ez bi hevalan û dostan bawerim
Bi şevan û rojan ez tim dimeşim
Ji bo azadîya gel bendewarim
Ji dil û can bi bengînîya welat
Ez barkêş ez rêwîyê rêya dûrûm
Dixwazim gul û kulîlkan bibînim
Bi van birînê dilê xwe bidirûm
Bi van şevên tarî bi rojên dirêj
Ji hesreta welat ez tim koçerim
Lo bi kesera welat tim dihelim
Ez gul, sosinan û welat digerim
Hesret û kesera warê me kûre
Ez bi kerba welatê me xemgînim
Ez bi êşan pêl û pêl tim diherikim
Ji bo welat pir evîndar û bengînîm
Ez qijikê dinalim pir bêzarim
Wek pel û belgên darên nav payîzan
Pêl û pêlan bi êşan diherikim
Wek sir û serma navberê zivistanan
12.08.2016
İstanbol
Kayıt Tarihi : 12.8.2016 17:51:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!