Bo çî ye Şiiri - Abdurrahman Atabey

Abdurrahman Atabey
34

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Bo çî ye

Bo çî ye

Çavan de nêrîna te ne be,
Çav bo çî ye
Dil de tîra mijankê te ne be,
Dil bo çî ye
Dest de Germa destê te ne be
Dest bo çî ye
Ser de eşqa te ne be
Ser bo çî ye
Tu ne bi
bêhna kulilkan herame bo min
Tu ne bi
gul u gulîstan herame bo min
Tu ne bi
bihara rengîn herame bo min
Tu ne bi
dengê tembûrê herame bo min
ez çi bêjim kême bo bejnûbalê
tava rojê ma’na jîyana min tu yî
tama helbest û stranên min tu yî
rengê xewn û xeyala min tu yî
bêhna binefş û nêrgizên war u zozanê min tu yî
barana bihara min
têna dilê min tu yî

Abdurrahman Atabey
05.2012 Diyarbakır

Abdurrahman Atabey
Kayıt Tarihi : 21.12.2015 14:59:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Abdurrahman Atabey