Bîyanî (Xerîbî) Şiiri - Kazim Özdemir

Kazim Özdemir
124

ŞİİR


3

TAKİPÇİ

Bîyanî (Xerîbî)

Bîyanî (Xerîbî)

Kî dizane niha tu li kijan welatî?
Li welatê xerîbîyê tu nizanî çi dikî
Ji welatê xwe, dost û yara xwe dûr ketî
Di nav xeman, hisretan da gelo çibikî?

Bîyanî zor e ez ji welatê xwe dûr ket im
Ey dost û yar, ey welat, ji te ra hisret im
Li ser soz û ada xwe me, ji te ra bi bext im.
Ji nav gul û bostan, banî û çîyan derketi m.

Li xerîbîyê me ji min ra çare namînin
Çîyayên welat win bilind in belê we nabînim
Dema li welatê xwe bim dîsa jî bîyanî dimînim
Neyar nahêlin hisreta dilê xwe derînim.

Te talan dikin, dewlemendîya te tev bir in
Li ser te jî, li dûr te jî, min ji te ra xerîb kir in
Bendewarê te ne welat, bi hezaran ji bo te mir in
Xerîbî ji mirinê xirabtire, bê kes, bê heval û hogiri n

Ev çî derd e, şî jîyan e bi serê me hat
Min destên xwe da destên te bê felat
Bi eşq û can bi te ra diçim welat
Nikarim xwe xilaz kim hey hewar, heyhat.

Kazim Özdemir
Kayıt Tarihi : 29.6.2011 14:51:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Kazim Özdemir