Bixwin efendino bixwin, wek malê dê û bavê xwe
Ger we zikê xwe têr nekir, hinekî têxin çavê xwe
Tev ê we ne efendîno, qesr û qonax welat û war
Giştî bixwin bikin serbar, bixwin û bibin gurê har
Bixwin efendîno bixwin, hûn pirr birçî û naçar in
Ji birçîna hûn bêhalin, zirav û derzî û dar in.
Bicivînin zêr û zîvan, weka Bel’am û Qarunan
Gora xwe jî bixemlînin, bi hevirmiş û bi zêran
Qe di ber de xemgîn nebin, serê xwe pê neêşînin
Xizan heye sêwî heye, çav bigrin qe wan nebînin.
Ma ji te’r çi zulm û zalim, ew îşkence û neheqî
Li sifra ber xwe binêre, xwedê dikim tu biteqî
Bixwe keko rojê çar car, şîv û paşîvê bide ser
Weka wan ga û kerê pîr, kês û ka û ce bide ber
Bira alem bişewute, tu û malbata xwe têr bin
Dinya tev rût û tazî be, hûn bi xişr û zîv û zêr bin
Wer bi xwîna gel bimijin, weka wan gur û xînmijan
Jiyanê li xwe xweş bikin, gir bibin weka wampîran
Xwedê dikim tevî bixwî, bibî kelek weka beqê
Hûn bi xwîn û bi xwîdanê, bi keda me tev biteqê.
FİKRÎ AMEDÎ
Fikri AmediKayıt Tarihi : 7.1.2018 15:36:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!