Birînên xatûn ê Şiiri - Haris Serhad

Haris Serhad
25

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Birînên xatûn ê

Birînên kevnin birînên xatûnê
Sal 1970 bi kelecanî hat ser rûyê dinê
hîn zarokek piçûk bû ket bin zordestîyê

Birînên kevnin birînê xatûnê
di lingande bi yek pêlavê diçû bêrîyê
dergûş li ser piştê,li palîyê
Pir kişandîye derdê wehîdîyê…

Birînên kevnin birînê xatûnê
hîn ciwan e spî bûye porên wê
Barê dinyê lî ser milên wê
ne bask mane û ne jî pîyên wê.

Şeş zarok xwedî kirine xatûn ê
her zarokek emrek birîye ji emr ê wê
Pir kişandîye derdê birînê
Birînên kevnin,birînê xatûn ê

alîyek birîna ewlêt,alîyê din birîna bavê…
Kevnin birînên xatûn ê.

Haris Serhad
Kayıt Tarihi : 28.5.2023 01:23:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


Çîrok a helbestê;helbestwan li ser jîyana dayîka xwe nivîsandîye. Bi gotina helbestwan,dayîka wî gelek zilm û zorî dîtîye. emrek bi êş û kûlan derbaskirîye. Jî sedema wê helbestwan çîroka jîyan a dayîka xwe kirîye helbest.

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Haris Serhad