Dîsa li min êşe, jane kula dilê min zehf kûr e
Qembela min de çar gule, birîna min jî sor gul e
Xwîn jî li min diheriqe wek newalan û robaran
Ez rêwîyê ser van çiyan azadî min re evin e
Ne Havîn e ne Bihar e hemü rêjav miçiqîne
Xweza jî enirîye dîsa deşt û zozan me sare
Ez lawê gelê Kurd’an im salane ez şervanim
Bi dîsa ser me bahoze berf û baran pir dibare
Ez zanibim, nezanibim welatê me pir şirîne
Lê gul-gulîstan tijîne, azadî bo gel evîne
Min ev dil da serbestî yê û salane ez çiyanim
Rê dûre û ez rêwîme, derdorê min tim bahoze
Newestîyam, nebetilîm, cilê li min zehf repalin
Kirasimin pir peritî, her potên min jî şekalin
Nav pişta min de keleşe dilê min de jî welat e
Qembela min de çar gule welatê me sor gula min
Çiyan, newal pir cemedîn ez birîndar nexeydin
Şerê me bo serbestîyê, hemû hevalên min şêrin
Em têkoşerên gelê me, em daxwazin zimanê me
Ev dijrabûna dawî ye em şerwanên Kurd’anin
07.12.2010
Yildirim
Kayıt Tarihi : 9.12.2010 18:56:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!