Girîftaru birîndarim bi qîrînu bi hawarim
Ez li wê dîlberê gudarim
Ew dîlbera hisnu cemal
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Ser kêşu bê halu mestim
Hem li rîya tera westim
Di dilda beyxude xestim
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Her dibêjim her dibêjim herd çava xwîn dirêjim
Hem li derdê te keru gêjim
Ser belayu rê dirêjim
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Ser belayu pirî merdim
Derbekê ez kulu derdim
Ne xadîyê yeru erdim
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Yeru erdu milkêmin kanî
Kafira da ber talanê
Ez kuştim deyşta hozanê
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Mi go dîlber bikin kare
Ti dest bi mide yek care
Gelek kâfir li mi gudare
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Aqil rihêmi di keydê da
Dijmin ez kuştim di feydê da
Mi derbeka xedar lê da
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Mi derbeka xedar lê da, kê go namir mingo ê bimir
Mi go ê bimir li cîhanê, âlem gî were seyranê
Kes nika bibê xwîna mi kanî, ez mam serê çolada
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Mi go dîlber ez gedame, bona te can fedame
Weka Mecnun weka Leyla, îna bike li rê mame
Heta hebim li xanê, te terk nakim li cihanê
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Ti bi xwînamin buye renge, bona te herbu pir cenge
Migo biran rabin waxît derenge
Rabin bibin qeyret kêşe, li dest bigrin doba êşe
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Li dest bigrin doba êşe, berê bukujin qerêşe
Meterkînin gula rengîn, belkî hûn bibine zengîn
Çiqa zilmu zor li tebe, gerek sebrek li cem tebe
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Her alemê kir karu xebat, binêr li wa ehlê putu lat
Ti dur kirî li Sir u cemaat, çira tijî şermê nakî
Ti şerm bike binêr li vê duzanê, dur mebe li tertibu duzanê
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Li dest te girtin dînu îman, li serte nefsu şeytan
Ehlê kifru delaletê, tijî kirin ehlê rezaletê
Ehlê kifrê li serte mîre, mêzeke cavê teyî kure
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Nema dînu nema heyat, te secde kir hem putu lat
Binê ew kafiru mirtat, tijî bi xwera kâfir kirî
Tijî bi xwera kirî kâfir, bite xarindan goştê xenzîr
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Te xaribu lehmî xenzîr, li te nema îlhamu nur
Li dînê mubîn ti buy dur, ti qe heya hîcab nakî
Wana dibên xwera xirab kirin, ti dikenî çira nagrî
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Binê li emrê Rebil Mutlaq, ti mebe ehmaq
Bi te vexarindin eraqî, ti tew heya hîcap nakî
Aslu neslê te temîze, dijmin bi keça te dilîze
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Serte kâfir serwere, ti xistîye li dîwanê xare
Ya rabe serxwe bike çare, ro çu ava li boxazê
Ro çu ava zeman nema, xewda man xadîyê qeleman
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Âlim ketne xewa xefletê, mîllet revîya cehaletê
Kanî kîjan li kêra te tiye, roja qîyametê
Qîyamet ew buye beyan, dijmin bi me kir kifru îsyan
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Dijmin bime kir kifru îsyan, te dîn firot bi peran
Welleh ti ketî şuna keran, natirsî li xofu xeşyetê
Dînê mubîn emanete, jira meke xîyanete
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Dor xwe binêr eybu are, ehlê xaîn cîyê wî nare
Âlim ti rabe êvare, ti natirsî li xofa Xwedê
Ji tera ê bibe va hesaba, ê pirskin guneyu sewabe
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Âlim xewda hişyar nabin, mîllet li xefletê ra nabe
Va derdîme derman nabe, şahê mezin ti Xuda’be
Dîn medine vana bi erzane, ew Qur-an’a pîroz kanî
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Serte ehl-î rezaletê, ew dur nabe li cehaletê
Dur nabe li kifru îsyanê, hema wan dîn da talanê
Ê were xwedîyê Qur-an’ê, ê pirs bike bi şuru mizraqê
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Têye, ê pirs bike li alima, li wa dînsîzu zalîma
Ê bikuje xwedîyi tacu kuma, ewa Mehdî’yê zemane
Li neslê Alî Heyder’e, zuye derenge ê îlem were
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Ê were meydana mêran, ê dewê bike nola şêran
Ê bike dewa vê duzanê, dênîne emrê Qur-an’ê
Vajî bi emru fermane, li derdê me bibe dermane
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Ê bike dewa dînê xwe, hem bistîn welatê xwe
Bike karu xebatê xwe, ew natirse li putu lata
Xwedîyê putu lata, wana gîya bikuje bi qamçîya
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Ew bibe serdarê dîn, ê vê dewê bike yeqîn
Ê wê demê biran rabin, ew evîndar hem dîlberin
Bira rabin bikin cengê, nabên feqîr nabên zengîn
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Nabê feqîr nabê zengîn, ê bike dewa dînê mubîn
Ê kû li çerçîfa dîn durbu, ê wana bikuje yeqîn
Ê kafira qetîl bike, hem ehlê kifrê ra bike
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Ewa bike herbu cengê, der nabe li boyaxu rengê
Ehlê delaletê gîyan, bide ber gulê tifangê
Ewa bike dewa îmanê, rîya abu ecdad kanî
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Rîya abu ecdad kanî, dur nabe li çerxu dewranê
Çarxu dewranê rind bike, ehlê kufrê gîya kir bike
Wana li çerçîfa dinyayê, wana der xwe hem dur bike
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Mehdî’yê zeman qumandare, li emrê Xuda gudare
Duru nîzîk ewaya bi dînra ê bibe serdare
Serdarê ehlê îmane, xwedîyi şuru qalqane
Birîndarbum li dîwanê xwînu hişra mi kanî
Kayıt Tarihi : 27.12.2015 21:57:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!