Biratî ev e? Şiiri - Kazim Özdemir

Kazim Özdemir
124

ŞİİR


3

TAKİPÇİ

Biratî ev e?

Biratî ev e?

Tu sixtekarî, xayînî, ji min ra dibêjî 'bira'
İnkarîya min dikî, didî ber kuçik û kevira
Heq û hiqûq nasnakî, xiraptirî ji gawira
Ma ev biratî ye, tu hakimî û ez wekî êsîra

Radibî, rûtinî, ji devê te kêm nabî wekhevî
Tu zilm nekî, dev ji derewan berdî, ji min bi hewî
Ezê bextîyar bim, azad bim, bistînim serkevî
Wele tu xayînî, ne ji dil û canî, bitenê ji devî

Li cem te geleke bê ehleqî, li te tune dîn û îman
Te min kirî ye nav ezîyetê, hiştîye bê zar û ziman
Feqîr û belengaz kirî ye, hiştî ye cahil û nezan
Ezê miheqeq ji bin zilmîya te azad bim, tu vî qenc bizan

Kazim Özdemir
Kayıt Tarihi : 29.6.2011 14:48:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Kazim Özdemir