Ey dilo jaro li kûne,
Desht û zozanê dimin?
Kanî ew cejn û sema û
Geşt û seyranê dimin?
Guh bide ber qîr
Û nal û ah û waxanê dimin
Min divê ku nû ciwanbim
Biçme nav bax û rezan
Kanî ev reng nuciwanî?
Kanî bostanê dimin?
Şahî û nûroze îro
Tên semayê kesk û sor
Têne ber çavên me gav û
Çax û dewranê dimin
Keske sorin çox bi surme
Ser bi zêrin cerg û bez
Ka li kûne: dehrî û
Xeftan û mîtanê dimin?
Ah di bîra minde mane
Ew demên şêrîn û xweş
Tevger û lîzên bi lotik
Dengû xoşxwanê dimin
Min di nav bax û rezande
Lot didan bê tirs û pirs
Min gul û nêrgiz didan hev
Ka gulistanê dimin?
Serxweşê dengê bilûra
Wî şiwanê ber zinêr
Kanî îro ew bilûr û
Ew bilûrvanê dimin?
Tev di bin lingên neyaran
Tên pelaxtin yek bi yek
Ew kelat û ew sera û
Birc û eywanê dimin
Ey Cigerxwîn bes bibêje
Pir dirêje ev deram
Maçê lêvê erxewanî
Derd û dermanê dimin.
(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Şefaq)
CigerxwînKayıt Tarihi : 2.3.2005 17:54:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
