Li bîra bîranîna xwe dinêrim
di roja dayîkbûna xwe de
Bi sed kesan dibînim her yek ez
Rûniştime li ser zinarekî cixare dikişînim
Yên bi ken yên bi xem yên şa yên bi şîn û kelogirî
Di bîra min de her jina serlaçik dayîk e
Û hemû ez, ji dayîkekî weledî me
Teşî destên wê de di rêka bêriyê de
Û her destên wê li çonk a wê dikeve
Gireyek tê rêsandin li qedera min
Û her gireyekî qedera min de
Ezekî din diqelişe ji ber min
Her dihere zêde dibim
Birînên diya min hê bîramin de ye
Ji ber wê ye kû ez hê jî
Li himbera her jinê dergûşekî çil roj im
Çavên min ji nû ve bişkiviye
Hê jî xwîn vedixwim ji her pêsîr ê
Di rewîtiya bîranînê de her wext yek e
Pêşeroj paşeroj gişt ez im
Bêdawî dibim diwerimim diwerimim cîh nabim
Her pariyekî wext buye cemed û leq pê nakeve
Û her cemedek ji xwe re darbestekê çêdike
Ji ez ên min yên belav buyî û matmayî
Binêre! Her sê darên rêz ne sînor e xwedê!
Û di daxwazîyek kûr de ne jî sêpî
Li kuderê çar kuçikan bibînim li ber hev
Hestirek dikeve qirikamin difetisim
Hîs dikim ku her taldeya valahiyê de tinebûn
Mirin e
Ez ne helbestvan im xêzê xeyalên min tine
Tenê di bîrek kûr de şopê digerînim
Di wê şopa bê binî de bêtirsiyekî bê hempa
Bavê xwe dibînim.
Li piştî wî netirsînê,her zarokên lawîn
Dike şûnve vegerin li rehma diya xwe
Kayıt Tarihi : 7.12.2019 21:00:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
