Bınevşa Mor Şiiri - Harun Akkul

Harun Akkul
46

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Bınevşa Mor

BINEVŞA MOR
Awirên te yên tûj Bûye pizotek agir û ketiye kezeba min
Ku şev şahidiya qewimînan dikir
Ku stêrkan xwe ji xemla te re diçirisand
Binevşa min
Şev xapinok şermok e di paxila min de
Her dem bi xwêdan û lerzok e Axîneke ji mirinê diveceniqe
Binevşa min
Ez derketim eywanê
Diperpitim di temaşa te de
“Lê li hewşê jiyan heye di nava
Awirên te yê tûj de”
Binevşa min
Hemû xwedavend li ser pirtikê şalûrê
Çi dikin ji xweşkahiya te
Li min têr nake
Ev bedewî ji ku giha te
Binevşa min
Mohr bû wechê te
Mohra çiya
Mohra dûz û bûkan
Tu diçirisî
Gulsora min

Harun Akkul
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 23:59:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Harun Akkul