BILÛRA MIN
Bilûra min a şêrin Tu di sariya sibehê
Û hingûra êvarê de
Hevalên bê hevalan Destbirayê şivan û dilketiyan
Dengê te hêstirên dilên xemgiran
Silava ji hev veqetiyan
Girîn û zarîna dilketiyan
Tînê bîra min
Bilûra min tu yî
Xemrevîna têrkeserên dinyayê
Dengê bilûra min
Çiya û zozanên bilind Kaniyên bi gul û rihan dor girtî
Guhê şikeft û serê zinaran
Guhdarê tembûra min
Û sura bayê xerbî
Te di nav pelê darê de digerîne
Bilûra min were emê
Bi wî çiçayê bilind re
Bi hewa kevin Û bibin cîranê bayê xurt
Û hevalê kim tên wan
Yên bi mij û dûman
Û tê de dengê xwe berdin
Û zarîna dengê me Bikeve nav kortal û geliyan
43
Û bêcaniya erdên jêrin
Bihesin
Û pêlên ava heftrengê xemzebaz
Nalîna me bigihîne
Deşta Sirûc û Diyarbekirê
Û kalîna berxan Tev sehîna hespan
Li me vegerînin
Bilûra min binêre û bibihîze
Roj çû ava Stêrka êvarê bû ye geş
Kolasên siya ên gewr
Û hewrawaniyên wan ên sor û zerin Bûne çûn
Û pêlên nava sêvên reş
Ketine deşt û newalan Heta ruyê gir û kêpezan
Di Qerecadê de Kevir piyê şevgeran dixapînin Û di bêdengiya şevê de
Pejna lingên mêrxasan tên
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 23:42:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!