Rabû perdexeyb dixuye gerdengul ji wê ne
Giyanên gewz dane şemalê mîna awêne
Ji ber bîbikan kêliya ku rakir kemînan
Bînerên birûyan bejintew û li sujdê ne
Çêja çavniqînê ar û aşta xweşbirînê
Hişte qafikvala berda nav dîledînan e
Xemlê da alem ma şîna şiverêyên rewşen
Bendeyê bêyê me ji kerem lingan lê deyne
Dil li heristan kon veda bi tîna tenêtiyê
Bilbilê şad in derd ji ax û waxa nînê ne
21.01.2017
Silîva
Kayıt Tarihi : 24.5.2017 01:42:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!