Bilbilê Kermanşahê Şiiri - Reşo Kerboranî

Reşo Kerboranî
20

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Bilbilê Kermanşahê

Li sêtarekî didin
Kezeba min pê re dibin
Efsûnî dibim
Li çolên bêpayande digerînin min
Wek ez ne yê niha me
Wek ez ne ji vir im
Ez ticar jî nabim, dizanim
Kevinê de me, kevnar im
Dengekî pîroz diherikê guhê min
Ez jî ji cama meyê diherikim
Diçim welatên tenê
Xwe dikim sitar ji risasên berê re
Fanî me, nezan im, bêkes im
Bêkes bûyîna xwe de bikeser im
Elemdar im ew çend wêrek jî nîn im
Dihisênim, bêdeng dimînim
Bêdeng bûyîna xwe de jî awazek im
Diçilmisim, diperçiqim
Kesera berxwedêra hîs dikim
Ez hêj xaf im, dipijim
Berî ez bişewitim
Bijangên tîr li min wer dibin
Wek baranek payîzki ye li min
Bi mesta wê di xew ve derim
Lehzeyek dibuhure û diperitim

(Îlon-2024)

Reşo Kerboranî
Kayıt Tarihi : 5.10.2024 13:36:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Reşo Kerboranî