Bikene Law!
Wûlo tije tije bikene
Bila li ser rûyê te ken biherike
Pêl bi pêl xwe berde nav gelîyên dilête
Bikene law!
Bila zozan ji nû ve şîn bibin
berîvan werin ji kezeba te êş ê bidoşin
Bikene law!
edî bila koçerên koçberîyê di hûndirê
te de nemînin
Keçikên welatê agir werin ji kenên te maç bikin
Bikene law!
ev kîjan xof e kû nahêle tû bikenî?
Bikene law!
ez bê welatim lê dikenim tû çima nakenî?
Kayıt Tarihi : 6.6.2024 12:36:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!