Welat bihuşt û xweş-jiyan e,
Welat her dem dilê bican e,
Kew, kevok, askên wî hene!
Serdanpê jî bi gul û gulistan e.
Welat wek xemla keçan e,
Welat wek xêliya bûkan e,
Serdanpê deşta bi zozan e!
Çeleng e wek rewşa şêran e.
Welat mîna germahiya dilan e;
Carinan şahî û carinan li me şîn e,
Carinan serhildan e û cejn e!
Carinan girîn e, carinan jî ken e.
Û welat tiştekî wisan e,
Wek rehma dilê dayikan e! !
Wek keda destê bavan e,
Mîna gulan jiyana çiyayan e.
Welat hem jiyan hem jî giyan e,
Mîna têkiliya berx û miyan e,
Gava cihêtî bikeve nava van,
Kerb û keser jî dikeve dilan!
Welat tiştekî bêemsal e
Can qurbana wê her sal e,
Dilê min dîsan rabû li ser piyan!
Ji bo vî şerê giran î sî-sale.
Welat tu xweş welatê me yî!
Mîna dê û bav û birên me yî,
Tu di nav jiyana me de gul î,
Tu sosina li nav Kurdistana me! !
01.01.2009
Yildirim
Kayıt Tarihi : 1.1.2009 23:34:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2009/01/01/bihusta-me.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!