Dema me bû zivistan, beybûna me dinale
Ev çi demeke sare bo me mije, dûmane
Şîli, baran dibare lawik, zarok dervene
Derdê me neqedîya, me xeme û kesere
Ax li me dem jî sare, mij jî ser me digere
Ev çi dîmen çi hale? dîsa me re barane
Derdo derdo derdê me hê nehat bihara me
Xelqê re dem havîne kara wan jî seyrane
Disa li me bu payîz dilê me de pir êşe
Berbenga me venebû, ser axa me de qeşe
Sure, seqem, bagere me tarî him jî şeve
Dilo dilo tu rabe bo roja nû bimeşe
Dilê me de jîyane dorhêlê me dûmane
Stara me jî nema; demeke pir girane
Bihara me tu nehat, kula me jî dernebû
Ev çîye me qelibî? Yeman yeman yemane
Dilê me pir xemgîne, bihar me bu zivistan
Welatê me pir xweşe navberê wê şarîstan
Bihara me rêdeye gula me jî navdeye
Ez qurbana gelê me, Semsûr, Riha, Kurdîstan
06.06.2011
Yildirim
Kayıt Tarihi : 6.7.2011 23:42:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2011/07/06/bihara-me-redeye-2.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!