Bihar tê, bihar nêzik bû!
Bager, seqem jî bihurîn,
Berf heliya, robar rabûn,
Newal, kendal tijî av bûn.
Bihar tê, newroz nêzik e!
Gul, kulîlk tev hêşîn bûn;
Bager, seqem jî bihurîn,
Li ser axa me roj xuya bû.
Bihar hat, bihar nêzik bû!
Gul, kulîlk jî pê de pê de hêşîn bûn,
Deşt û zozan, war û welat
Ev dil û ev canê me geş bû.
Bihar xemilî, lez bi bez tê,
Gul, kulîlk tev şiyar bûn!
Roj hilat, dem dema jiyanê ye,
War û welat jî bûn gulistan.
Warê welêt gul û gulistan!
Bihar jî tê, êdî gul hêşîn bûn,
Darê baxan gulac vedan,
Warê welêt gul û gulistan.
Li deşt, zozanê dem bû bihar!
Bilbil ji van gulan re heval,
Roj hilat, welat warê jiyanê;
Ev dil û can her tim diyar.
11.01.2009
Yildirim
Kayıt Tarihi : 16.1.2009 16:25:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!