Xem û xeyalên min li min neman,
Roj çû ava dîsa bi min bû serma,
Gotin ji havînê re hê dem pir dûr e!
Dilo cano ez çawa bikim? de bibêje.
Dilê min îro xemgîn e way li min,
Kulîlk qermiçîn gul jî qe neman,
Bihar bihurî û quling rabûn û çûn!
Eman dilo eman dilo way li min.
Bihar jî hê dûr e dilo tu birîndar,
Payîz e pel û belçim tim weşiyan!
Kon rakirin, mal li deştan vegeriyan;
Werdek, legleg çûn; gol xalî man.
Jiyana min jî bû jiyaneke xopan,
Mina jiyana nexweş û xerîban!
Hey dilo dilo can, rebeno dilo,
Nizanim ez sax im, an ez mirî me?
Ro çû ava û bû tarî; dilo şev sar e
Deşt li jêr, zozan li jor; berf dibare
Kalekala berx û karan û pezan e,
Konan bar kir, mal diçin, dil diqele
Êdî payîz e lo dilo, mal vegeriyan,
Quling jî çûn û zozan jî vala man,
Şivana jî pez rakirin û diçin deştê,
Dilo tu mayî bi serê xwe vê bestê.
Xem û xeyalên min jî min neman,
Ez Memê me Memê Qaqizmanê
Tu were bihar û were havîna min
Ma tu bêhest î? bînesorgula min.
25.11.2008
Yildirim
Kayıt Tarihi : 26.12.2008 15:24:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Ger ez vegerim ser helbesta te ya xweşik,bi rastî helbestek pir watedare!
Naveroka wê geleki dewlemende ji aliyî kurdewariyê de û pir jî dilşeweat e..Hestên wê germ û bi çoş in...
Bila destê te û dilê te derd û kulan nebînin...
Bi hêviya berz û pîroz..
TÜM YORUMLAR (1)