Bihar çi ye? Şiiri - Rıdvan Köse

Rıdvan Köse
31

ŞİİR


6

TAKİPÇİ

Bihar çi ye?


Îro îda çevan e, bihar kilamê ser devan e.
Ewr wek şivan e, gîya û dar wek pezan e.
Gîya wek bêrîvan e, şîrê axê ser lêvan e.
Bihar şervan e, li dijî ew dijminê reşbîn.

Newal bûn hêşîn, estîyê dara tavil vejîyan.
Kendalê bêjîn, ji pêsîra jîyanê vîn mêjîyan.
Bilbilên bişîn, bi dîtina gulên sor helîyan.
Bihar hat e, ey dilê bêçar rabe ser pîyan!

Nêrgiz elamet e, biharbêhn e, bêjinşên e.
Sosin melahet e, ciwanbûne, bihar tîne.
Sorgul xweşqamet e, ew ne be bihar tine.
Bihar hat e, dilê min bû wek agirê jîyan.

Rastî...
Bihar ne kulîlk e, ne çîçek e, ne gul û mêrg e.
Bihar ne kesk e, ne sor e, ne zer û ne reng e,
Bihar ne hêşînahî ye ne jî çîçeka heftreng e.
Dilê neçar bûbe war, ew e bihar ew e bihar.

Rıdvan Köse
Kayıt Tarihi : 7.4.2025 13:46:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Gökhan Taşdemir
    Gökhan Taşdemir

    Maaşallah çok güzel bir şiir

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)