Binhêre kulîlkên daran
Dêna xwe bide her rengan
Goh bide çivîk u teyran
Were demsala biharê
Baran şînayî geş dike
Tav zindîyan kêfxweş dike
Ji mirovan kerb dur dike
Were demsala biharê
Berfên çîyayên serpîyan
Bi hêza germ u tavîyan
Roj bi roj mihy u helîyan
Were demsala biharê
Xemilîn newal u zozan
Vevilîn ard u asîman
Ha mirovan dikin guman
Were demsala biharê
Meha şalul u bilbilan
Adar u nîsan u gulan
Tu jî jê bistîne derman
Were demsala biharê
16/01/25
Derdi DercanKayıt Tarihi : 1.2.2025 23:18:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!