Bibînim Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
110

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Bibînim

Ez dixwazim şev û rojê wê bibînim
Dûrî wê bim mirin xweştir her dibînim
Her dibînim
Di çavan de paşerojê her dibînim
Di kenê geş de baharê her dibînim
Her dibînim
Ne bejn tenê ye can pê re dibînim
Ne wekî xwe ye gewher pê re dibînim
Her dibînim
Xezîneye hêjayî pê re dibînim
Li nav sîxan guleka geş her dibînim
Her dibînim
Neynika min e xwe tê de her dibînim
Xweşika min e xweşî pê re dibînim
Her dibînim
Eksê sedayê xwe pê re dibînim
Çav girtîxane ye azadî dibînim
Her dibînim
Pişt newala rû de ciwanî dibînim
Zanyareka mezin rewanî dibînim
Her dibînim

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 8.9.2024 21:15:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Zandar Amari